Nûneriya Rojava li Beneluks

Destpêk

Nûneriya Rojava li Beneluksê

Armanca Nûneriya Rojava ya li welatên Beneluksê (Holenda, Belçîka û Luksembûrg) ew e ku hevrêzî û hevkarî di navbera gel û hikûmetên her du welatan de çêbibe. Her wiha Nûnerî bi peywira balyozxaneyê ji bo hemû welatiyên Rojava-Bakurê Sûrîyê yên ku li Beneluksê ne, rabe û bi rêya pêşxistina projeyên ji bo berjewendiyên hevbeş û têkiliyên domdar yên bi hikûmetên welatên Beneluksê re deyne.

Peywira Nûneriya Rojava-Bakurê Sûriyê li welatên Beneluks ew e ku xwedî li hemû gelên herêmê derkeve û berjewendiyên wan biparêze. Nûnerî di xizmeta hemû gel û pêkhateyên weke Kurd, Ereb, Suryan, Xirîstiyan, Êzidî û …hwd de ye. Her wiha nûnertî destekê dide derbirîn û bicihanîna mafê vîna xweser, nirxên azadiyê, dadmendî, rûmetî, demokrasî, wekhevî û arastekirinên avakirina derfetên domdar.

Bi van nirxan, ofîsa nûnertiyê ji bo misogerkirina mafên bingehîn ên mirovî, rêgezên sekûlerî, wekheviya zayendî û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji Rojava û Bakurê Sûriyê re, têdikoşe. Ofîsa me li herêmên Beneluksê bi rêya civaka diaspora xebatê ji Rojava-Bakurê Sûriyê re dimeşîne û karûbarê giştî ya balyozxaneyê pêk tîne.

Armanceke dîtir a ofîsa nûnertiyê ew e ku di navbera welatên Beneluks û Rojava de xebat û projeyên hevbeş li ser bingehên berjewendî û armancên hevbeş, pêş bixe. Xwestek ew e ku li ser vê bingehê hîmeke saxlem ya têkiliyên manewî û domdar di navbera Rojavayê Kurdistanê û Beneluks de bên avakirin, ji bo pêşketinên erênî û pêşerojeke di nava dostaniyê de, dabîn bibin.

Telefûn:  +31 (0) 70 799 9124
Email:  ext.relations@rojavabenelux.nl
Navnîşan:  Den haag, Holanda

Mixabin em nuha nûçeyan tenê bi zimanê Îngilîzî û Holandî belav dikin, li ser ev RÛPEL.

Mixabin em nuha daxuyaniyan tenê bi zimanê Îngilîzî û Holandî belav dikin, li ser ev RÛPEL.

Mîsên dîplomatîk ên Rojava:

Fransa: www.rojavafrance.fr
Almanya: www.nordsyrienvertretung.de
Swêd: www.rojavabyran.com
Emrîka:
Iraq: 

Twitter: @NorthSyriaNL